“Ez bawerim ku di pey êrîşan de Tirkîye tuneye”

Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Putîn destnîşan kir ew bawer e ku di pey wan êrîşên ku li Sûrîyê bi balafirên bêînsan li baregahên wan tên kirin de Tirkîye tuneye.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Putîn  re li ser telefonê bi hev re axivîn û derbarê geşedanên li Sûrîyê de nirxandinan kirin.

Daxuyanî ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vlademîr Putîn hat.

Putîn di civîna ku li Moskovayaê bi temsîlkarên endamên çapemenîya Rûs re kir de destnîşan kir bi wan êrîşên ku li Sûrîyê li baregahên Himeymîm û Tartusê tên kirin tê xwestin ku navbera Rûsya û Tirkîyê bê xerakirin.

Putîn di axavtina xwe de diyar kir ew bi  Serokomar Erdogan re hevdîtinek kiriye û dû re wisa  got: “ Em dizanin wan êrîşan kî dike û di pey wan de jî kî heye em wan jî dizanin.  Ez bawerim ku di pey êrîşan de Tirkîye tuneye.”

Di êrîşên ku di dîrokên cûrbecûr de li baregahên Rûsyayê yên li Sûrîyê hatin kirin çend leşker jiyana xwe ji dest dabûn û çend leşker jî birîndar bûbûn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin