“Ez ne ji bo xwe ji bo lawê xwe yê bi gurçikekî kar dixwazim”

Welatiyê ku li Rihayê dijî û bêkar e ji bo lawê xwe yê ku bi gurçikekî ye û divê birêkûpêk bê tedawîkirin alîkarî teleb kir.

Feyzeddîn Ayê 28 salî yê ku li Akçakaleya Rihayê dijî  ji rayedaran alîkarî teleb kir. Ay diyar kir ev bû 3 sal ku li kar digere lê bi tu wechî nikare kar peyde bike. Ay niha bi alîkariya  kekê xwe li 2 zarokên xwe dinêre ku yek ji wan bi gurçikekî dijî.

Ay di derbarê mijarê de diyar kir nexweşiya lawê wî yê bi navê Talha her roja ku derbas dibe girantir dibe. Ay diyar kir mesrefên tedawiyê ji teref SGKyê ve tên tedarikkirin lê belê roj tê heqê riya wî di berîka wî de çênabe û ew mecbûr e ku birêkûpêk lawê xwe bibe Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan.

Ay di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji ber nexweşiya lawê xwe nikare li bajarekî din bixebite  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Du zarokên min chene. Yek ji zarokên min 18 mehî ye û bi gurçikekî ye. Divê birêkûpêk bê tedawîkirin. Mala ku ez lê rûdinim a birayê  min e. Sertîfîka min a ewlehiyê û ehliyeta min heye. Di serî de min serî li ÎŞKURê û dû re li gelek cihên da, lê tu kes bersiv neda min. Li Akçakaleyê gelek kesên wek min bêkar hene. Ev rewşeke giştî ye. Ez dikarim ji bo kar biçim bajareke din, lê ji ber nexweşiya lawê xwe yê biçûk nikarim biçim.  Ji ber ku xanima min jî Sûriyeyî ye nikare karên nexwşeşxanê bike.”

Ay di berdewama axavtina xwe de bang li rayedaran kir da ku jê re bibin alîkar û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Raporên nexweşiyê yên lawê min hene. Lawê min bi gurçikekî ye û ev yek min xemgîn dike. Ez ji vê derê bang li mezin û rayedar dikim. Kar ji min re peyda bikin. Ne ji bo min ji bo lawê min ê ku bi gurçikekî ye ez kar dixwazim.”(ÎLKHA)










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe