“Ez nikarim ji malbata xwe re nan jî bistînim”

Elî Coşkunê ku ji ber pevçûnên li Sûra Diyarbekirê mecbûr ma bibe koçber destnîşan kir ew ji ber bêderfetiyan nikare ji malbata xwe re nanekî jî bistîne. Elî Coşkun ji ber vê perîşaniya xwe ji rayedaran kar teleb kir da ku ew karibe li mala xwe mêze bike.

Coşkunê ku ji Sûra navçeya Diyarbekirê koçî Kaynartepeya Baglara Diyarbekirê kir bavê 5 zarokan e. Elî Coşkun di derbarê reşwa xwe de destnîşan kir  gelek caran ji ber travmaya ku ew tê de ye teşebûsî întîharê kiriye û a niha jî bi saxiya alîkariya xêrxwaz û cîranên xwe debara  xwe dike. Elî Coşkunê ku di vî halî de ye bang li rayedaran kir û ji wan kar teleb kir da ku ew karibe debara malbata xwe bike.

“Ev 9 meh e ku ez betal im”

Coşkun di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji ber bûyerên Sûrê mecbûr mane mala xwe terk bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Min li Sûrê li ser teblê xirdewat difirot, dû re me mala xwe anî vê derê. Ji bo kar çûm çend cihan û min kar teleb kir. Soza kar dan min, lê tu bersiv ji min re nehat dayîn. Tenê nêzî 7 mehan ez li dibistanekê xebitîm. A niha ev 9 meh e ku ez betal im. Berî niha ez li kargehekê dixebitîm, bi heqeke hindik karkerên Sûriyeyî girtin û me ji kar derxistin.”

“Ez bi saxiya cîranên xwe debara xwe dikim”

Coşkun di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji ber rewşa xwe ya nebaş teşebûsî întîharê kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Deynên min hene, lê ez nikarim wan bidim. Ez bi fîşan nan distînim. Ji ber ku ez nikarim heqê nan bidim ew ê êdî nema nan jî bidin min, pereyên xwe ji min dixwazin. Ez bi saxiya cîranên xwe debara xwe dikim. Ji ber ku tu derfetê min tuneye ez nikarim tu tiştî bistînim. Ji ber ku ez naxebitim zarok jî tu tiştî ji min teleb nakin. Carinan îxtîyaca şîr a zarokê min biçûk çêdibe lê ji ber ku îmkan tuneye ez nikarim wê jî bistînim.”

“Ez ji rayedaran kar teleb dikim”

Coşkun di dawiya axavtina xwe de bang li rayedaran kir û wiha got: “Ez ne nexweş im û pereyan jî teleb nakim. Bila kar bidin min da ku ez karibim debara karê xwe bikim. Ez çi qas çûbim ÎŞKURê  ji min re gotin ji ber ku temena te zêde ye îmkana kar tuneye. Belkî 10 caran ez çûm organîzê lê ji ber ku temena min zêde ye kar nedan min.”(ÎLKHA)










 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe