“ Ez razî nabim ku di saziyan de li ser navê min kar bê kirin”

Serokomar Erdogan destnîşan kir di van pêlên dawî de nexasim di burokrasiyê de li ser navê wî kar tê kirin û diyar kir “ Ez razî nabim ku di sazî û wezaretan de li ser navê min kar bê kirin.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Koma AK Partiyê ya di TBMMê de axivî. Erdogan di axavtina xwe de li ser mijarên cûrbecûr nirxandinan kir û balan kişand li ser mijara di sazî û wezaretan de li ser navê wî kar kirinê.

Erdogan derbarê mijarê de diyar kir hinek kes di sazî û wezaretan de li ser navê wî karên xwe didin kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez razî nînim ku di wezaret, sazî û teşkîlatên me de navê min bê bikaranîn û  li ser navê min kar bê kirin. Ger ev kes naskiriyê min bi xwe be jî ez ji we rica dikim wî derînin ber derî.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin