Failê Êrîşa İntabê

Walî Der Heqê Kiryarê Êrîşê De Agahî Dan

Li İntabê, roja duda ya cejna remezanê, bi wesaîteke bombekirî êrîş hatibû kirin. Di êrîşê de 4ê wan zarok 9 kes hatibûn kuştin.

Waliyê İntabê Erdal Ata der heqê hadîseyê de, di civîna medyayî de agahî dan. Walî da zanîn ku êrîş ji teref Mûrat Fîlîzê endamê PKKê ve hatiye kirin. Kodnavê wî Fîraz e.

Walî wiha îfade kir “Tê texmîn kirin ku Mûrat Fîlîz li Tirkiye ye. Ji bo girtina wî jî xebat dewam dikin. Ji ber hadîseyê heta niha 13 kes hatine desteser kirin. Şofêrê wesaîta kişînerê hatiye girtin.”

Li aliyê din, ji ber ku di hukmê 3 rojan de li Diyarbekir, Riha, Colemêrg, Şirnex û Batmanê, 3 qemyon, qemyonetek û 3 otomobîl hatine revandin, emniyet ket îqazê. Lewra êrîşa li İntabê, bi wesaîteke revandî hatibû kirin.

Li Ardahanê jî, wesaîteke eskeriyê qelibî kendalê. Di qezayê de 8 esker birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxana dewletê ya Ardahanê.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin