Faşîzma li hember zimanê Kurdî berdewam dike

Dîdem Arslana ku pêkşêkvana bernameyeke taybet e, ji ber pîreka ku li ser telefonê beşdarî bernamê bû Kurdî xeber da destnîşan kir “Ev der Komareya Tirkîyê ye. Em zimanê Rojhilat(Kurdî) nizanin.”

Doh ji RIhayê pîrekeke Kurd a bi navê Tirkan Taşçi bi telefonê beşdarî bernameya ku ji teref Dîdem Arslan ve li ser Show Tv tê weşandin bû û ji ber ku bi Tirkî nizanibû Kurdî xeber da. Dema ku Tirkan kir bi Kurdî xeber bide Dîdemê jê re bû asteng û wiha got:” Na!Na Tirkan Xanim. Divê em jî fam bikin.Ji kerema xwe re Tirkan Xanim ji ser xetê bigirin. Ew nikare bi vî awayî heqaret li qîzan bike, ez jî piçekî Kurdî fam dikim.Bi wê re xeber bidin, ger bi tirkî xeber bide em ê wê bigirin bernamê. Ev der Komareya Tirkîyê ye. Em zimanê Rojhilat(Kurdî) nizanin.”

Ji ber vê helwesta “nîjadperest û cudaker” ji ser medyaya civakî ji Dîdemê re bertek hat nîşandan û taga #haddinibildidemarslan hat vekirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"