Komela Camî-Dera ku li Wêranşehrê fealiyetan li dar dixe, alîkariyên li mûxtacan didomîne. Serekê komîsyona alîkariyê ya komelê Îbrahîm Xelîl Dolaş, di heqê fealiyetên xwe de ji ajansa Îlkeyê re wiha xeber da “Em li gorî îmkan û qaweta xwe, hem alîkariya malbatên Sûriyê dikin, hem jî alîkariya malbatên feqîr yên navçeyê dikin.” Malbatên feqîr jî ji ber xêr û alîkariyan, malavahiya komelê kir.
Li aliyê din komîsyona alîkariyê ya komela Cemiyeta Mustezefan ya şûba Agirî jî, di meha Gulanê de alîkariyên xwe gihandin malên feqîr. Komîsyonê di vê mehê de, alîkariya nêzî 50 malbat kirin. Li wan ğida û kinc belav kirin. Serekê Komîsyona alîkariyê Sûat Nogay wiha got “Me alîkariyên meha Gulanê gihandin kesên feqîr û mûxtac. Me vê mehê alîkariya dora 50 malbat kirin. Xweda ji xêrxwazan razî be.” BANGAHEQ