Fealiyetên Alîkariyê

Li Wanê komela Rahmet Elî Gida Bankasiyê, li malbateke bêkes xwedî derket. Komelê alîkariya malbatê kir. Serekê komîsyona alîkariyê ya komelê Şakir Ozhan wiha got “Me berî niha vê mala feqîr tesbît kiribû.

Li Wanê komela Rahmet Elî Gida Bankasiyê, li malbateke bêkes xwedî derket. Komelê alîkariya malbatê kir. Serekê komîsyona alîkariyê ya komelê Şakir Ozhan wiha got “Me berî niha vê mala feqîr tesbît kiribû. Par mêrê malê wefat kiribû. Jinika malê çûbû mala bavê xwe. Ji ber ku mala bavê wê, bûbû 14 nifûs, nedikarî îdara xwe bikirana. Ji lew komelê alîkariya wan kir. Em dixwazin birayên xêrxwaz, di van meselan de alîkariyê bikin.”

Li Konyayê jî komela Umut Kervanê ya ku di Gulana borî de hatibû vekirin, dest bi belavkirina alîkariyan kir. Serekê komelê Halît Odemîş wiha got “Heta niha nêzî 50 kesan muracaetî me kirine. Me ji bo feqîr û milteciyên Sûriyê, alîkarî berhev kirine. Em ji hemşehriyên xwe Konyayî destek û alîkariyê dixwazin.” BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin