Fealiyetên Alîkariyê

Fealıyetên alîkarıyê yên cıvaka sıvîl a îslamî dıdomın. komela alîkarî û pıştevanıyê ya cîzre-nûhê, alîkarıya malbatên mexdûr ên qetlîama roboskıyê kır. komela yetîm-der û îho-ebrarê yên ewrûpayê jî, alîkarî gıhandın mexdûrên lehıyê yên bosnayê.

Komela Bankaya Ğidayê ya Cîzre-Nûhê, alîkariyên ğidayê gihandin malbatên 34 kesên ku di 28ê Kanûna Pêşîn a 2011an de li Roboskiya gundê Qilebana Şirnexê bi fuzeyên herbê hatibûn qetilkirin.


Her wiha komela Cîzre-Nûhê, alîkariya ğidayê ya ku têra 50 kesî dikir li êzîdiyên ku li gundê Roboskî bicî bûne jî belav kir.


Alîkarê serokê komela Cîzre-Nûhê Savaş Topal, di heqê alîkariyên ku kirine de agahî dan.


Li aliyê din komela Yetîm-Der û Îho-Ebrarê yên Ewrûpayê, bi hîbeyên xêrxwazan alîkarîya mexdûrên lehiyê yên Bosnayê yên di nav zor û zehmetiyan de kirin.
Li gorî rewşa pêdivîyê ya mexdûrên lehiyê yên Bosnayê, li hin deveran pedivîyên sereke, li hin deveran jî eşyayên malê hatin belavkirin. Di kordînatoriya alîkarê serokê komela Yetîm-Dera Ewropayê Huseyîn Ateş de, alîkarî hatin gihandin bajarê herî êşiyayî yê ku mezinê zana Aliya Îzzetbegovîç lê hatibû dinyayê Bosnaskî Şamaç û Srebrenîkê.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar