Komelên sivîl û Îslamî fealîyetên xwe yên alîkarîyê dewam dikin.
Li Erğanîya navçeya Diyarbekirê komela Kardeş-Derê, di nav wan de Sûrîyeyî jî alîkariya 60 malbatên feqîr û mexdûr kir. Serokê komîsyona alîkariyê ya komelê Mustafa Öz gazî kir ku îda qurbqanê û zivistan nêzîk dibin. Ji lew divê kes û malbatên muxtac neyên jibîrkirin.
Li Bûrsayê jî Bankaya Ğidayê ya Karwanê Ûmûtê, di heqê fealîyetên meha Tebaxê de bi qamûyê re raporek parve kir. Sekreterê giştî yê komelê Fethûllah Özsoy da zanîn ku di meha Tebaxê de alîkariya 41 malbatên feqîr kirine.
Özsoy malavayî hemî kesên ku bûne wesîleya van alîkariyan kir. Îfade kir ku îda qurbanê nêzîk dibe, ji lew dixebitin da ku feqîrên ku goşt nabînin nemîne.