Fealiyetên Alîkariyê Yên Komeleyên Îslamî

Komela Yardim Elî ya Rihayê xwedîtiyê li milteciyên Sûriyê dike. Komelê li 43 malbatan alîkarî belav kirin. Serekê komelê Îbrahîm Xelîl Bîlen da zanîn ku, miltecî li kuçan dijîn.

Komela Yardim Elî ya Rihayê xwedîtiyê li milteciyên Sûriyê dike. Komelê li 43 malbatan alîkarî belav kirin. Serekê komelê Îbrahîm Xelîl Bîlen da zanîn ku, miltecî li kuçan dijîn. Bîlen wiha got “Ev miltecî li park û kuçan dijîn. Wezîfa me ye ku em alîkariya wan bikin. Komela me li gorî taqet û qaweta xwe alîkarî û ensartiya wan dike.”

Komela Rahmetelî Gida Bankasiya Wanê jî, bê navber alîkariyên xwe dewam dike. Di meha Gulanê de li 440 malbatan alîkariyên neqdî, ğida, kinc û berg, malzemên zarokan belav kirin. Serekê komîsyona alîkariyê ya komelê Yalçin Tay, ji ajansa Îlkeyê re beyan kir ku alîkariyên wan bê navber didomin.

Li aliyê din komela Umut Kapisiya Îzmîrê ya ku di çiriya paşîn de hatibû avakirin, şûbeyeke din vekir. Komelê berî niha li Menemenê temsîlkarî vekiribû. Niha jî li navçeya Bayrakliyê temsîlkarî vekir.

Bernama vekirinê bi xwendina Quranê dest pê kir. Dûre serekê komela Umut Kapisiyê Hecî Şanî li ser amanc û fealiyetên komelê xeber da. Pey re Mûrat Halîç li ser deriyên xêr û xêratan peyivî. Bername bi îlahî û xwendina duayê bi dawî bû. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin