Fealîyetên mîsyoneran ên li herêmê berdewam dikin

Mîsyonerên ku li bajarên Rojhilat û Başûrêrojhilat fealîyetên cûrbecûr dikin vêcar jî li Bidlîsê derketin pîyasê.

Mîsyonerên Xiristîyan ên ku ji cûrbecûr bajarên Ewrûpayê  tên Tirkîyê û li bajarên Rojhilat û Başûrêrojhilat di bin navê “turîstîyê” de fealîyetan dikin vêcarê li Bidlîsê derketin holê.

Berî niha di raya giştî de derketibû  holê ku kesên mîsyoner li bajarên mîna Êlih, Diyarbekir, Riha û Entabê berhemên ku di serî de di wan de qala Xiristîyantîyê tê kirin û berhemên wekî di nav belav dikirin.

Mîsyonerên Xiristîyan ên ku qala qan hat kirin vêcar jî li Bidlîsê derketin  holê.

Hat hînbûn 2 mîsyonerên ku yek ji wan Alman û yê din jî Kanadayî ye li Bidlîsê ketin dikanekê û  propagandaya Xiristîyanîyê kirin.

“Dixwazin derbarê Hz. Muhammed(s.x.l) de hişan tevlîhev bikin”

Dikandarê ku nexwest navê wî eşkere bibe derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re wisa axivî: “Dema ku ketin hundir ewil ji min pirsî ‘Merhaba, hûn dixwazin Îsa nas bikin?’ Min jî meraq kir ka kî ne û ji wan re got ku belê.  Min ji înternetê sûd wergirt û min hewil da  jê fêm bikim. Derbarê Hz. Îsa de agahîyan de û dest bi propagandayê kirin.  Min jî bi bernameya wergerê ayetên derheqê Hz. Îsa de nivîsand û nîşanî wan da. Bi vî şiklî nêzî nîv seatî xeber dan.”

Xwedîyê dikanê di berdewama axavtina xwe de diyar kir  mîsyoner hewil dane derbarê Hz. Muhammed de hişan tevlîhev bikin û di vî warî de pirsan kirine û çend tiştan gotine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Min dît ku di tûrikên wan mîsyoneran de çîkolata û pêlîstok jî hene. Biya min dixwazin bi wan zarokên me yên Misliman bixapînin û bingehê bavêjin da ku ji wan re Xiristîyantîyê bibêjin. Divê dê û bav di vî warî de hişyar bin. Her wisa divê rayedar jî destûr nedin wan mîsyonerên Xiristîyan da ku li heremê bigerin.”

ÎLKHA

 














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e