Bi îmzeya Serekê Karên Diyanetê Mehmet Gormez Giştînameya Vekirî hiştina camiyan hat weşandin.
Di giştînameyê de hat beyan kirin ku di nav karên diyanetê de vekirin û îdarekirina camiyan jî heye. Li gor vê divê camî pey limêja Serêsibê se’etek ku ji mêja nîvro re ma bê vekirin û heya piştî limêja ‘eşayê vekirî bimîne.
Wê ji bo wezîfedarên camiyê di nav camiyê de ji alî muftîtiyê odeya wezîfedarên camiyê bê çêkirin û ji ğeynî dema limêjê jî wê di wan odeyan de ji kesên dixwazin re xizmeta dînî bê dayîn.
Wê bernameya hefteyî ji bo her camiyî bê amadekirin û bi panoya camiyê ve bê ‘eliqandin. Pey limêja înê wê ji xelqê re îlan bên kirin ku tevlî van xizmet û dersan bibin.
Dîsa hat beyan kirin ku; ji bo pîrekan jî wê di camiyê de ciyên paqij û minasib û ciyên destmêj û tuwaletê bên çêkirin. Dîsa di camiyên ku minasibin de ji bo zarok û xort karibin lê bixweynin, wezîfe û lêkolînên xwe bi cî bînin wê salonên xwendinê bên çêkirin.