Fermandarê Amerîkayî: Min gotina 'agirbest hatiye îlankirin' bi şaşîtî got

Ryan Dillonê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya ku Amerîka jê re pêşîvantiyê dike daxuyaniya xwe ya ku dabû red kir û got “Min gotinaagirbest hatiye îlankirin bi şaşîtî got.”

Ryan Dillonê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya ku Amerîka jê re pêşîvantiyê dike  doh bi daxuyanuya ku belav kiribû destnîşan kiribû ku di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî de agirbest hatiye îlankirin. Lê belê pişît vê daxuyaniyê Dîllon daxuyaniyeke din da û vêcarê jî daxiyaniya xwe ya ewil red kir û got: “Min gotina  agirbest hatiye îlankirin bi şaşîtî got.”

Ryan Dîllon doh di daxuyaniya xwe ya ku dabû de wisa gotibû:

“Tê gotin di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de pevçûn sekinîne, derheqê vê yekê de agahiya we heye an na?” Dîllon pirsa nûçegihanê Rudawê wisa bersivand: “Rast e, em ji vê yekê xeberdar in. Em di navginiyê di navbera Hikûmeta Herema Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de dikin da ku pevçûn demildest rawestin.Em hêvî dikin jê netîceyek derkeve. Em bo gotûbêjê hewil didin da ku cardin giraniya xwe bidin li ser micadeleya DAIŞê. Tiştê ku em dizanin bes agirbestek heye. Em dixwazin ku ev agirbest mayîn de be û rê li ber pevçûnan bigre. Dîsa ji ber vê sedemê em hewil didin ku teref cardin werin li ser masê. Di ev mijar ne bi pevçûnê, bi rêya gotûbêjê bê çareserkirin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar
6 bajaran de verveleka vevri: 89 rayi qapan biy
Di Remezanê de tercîha bi hişmendî û sifreya hevseng şertek e
Karwanê Hêvîyê li Edeneyê tira alîkariyê şand Rojava
127 kesên dihatin lêgerîn hatin girtin