Weke ku tê zanîn hinek welatên Ereban qeyrana dîplomatîk pêk anîn ku piştî wê qeyranê welatên mîna Siûd, Misir, Bahreyn, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban îmzeya xwe avêtin bin qerareke sosret û 59 kes û 12 saziyên xêrê têxistin lîsteya terorê. Di nava kesên ku xistine lîsteyê de Serokê Yekîtiya Aliman ê Mislimanên Cîhanê Yusf el-Karadavî jî heye.
“Terorîst îlankirina alimekî wisa ‘plana Xirîstiyan û Cihûyan e”
Piştî ku Karadavî wek ‘terorîst’ hat îlankirin re Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê Mela Enwer Kiliçarslan di derbarê mijarê de diyar kir Karadavî di vê esrê de ji teref ummeta Îslamê ve wek ustad, muçtehîd û merciye fetwayê tê qebûlkirin û ji teref hemû kesî ve alimekî mezin tê hesibandin, terorîst îlankirina alimekî wisa ‘plana Xirîstiyan û Cihûyan e.’
“Divê temamê alema Îslamê xwedî li Kardavî derkeve ku ev yek ferz e”
Mela Enwer di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber ku Karadavî û ew alimên pê re serî li ber Amerîka, Îngîlistan, Îsraîl û Fransayê netewandine li rasta zext û zordariyê hatine û ew kesên ku ji Yusuf el-Karadavî re dibêjin ji cihû û xiristiyanan re xizmetê dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kî li hember zaliman li ber xwe dide û micadele dike hema di cî de wî terorîst îlan dikin. Divê temamê alema Îslamê xwedî li Kardavî derkeve ku ev yek ferz e.”
“Ew kesên ku Karadavî terorîst îlan kirine hatine firotin”
Kiliçaraslan di dawiya axavtina xwe de diyar kir alim warisên pêxemberan in û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Pêxemberê me dibêje alim warisên pêxemberan in. Îro Karadavî ji wan warisan warisekî mezin e. Lewra yê ku herî zêde riya Resûlullah taqîb dike û li dijî zaliman dengê xwe bilind dike Karadavî ye. Ew kesên ku Karadavî terorîst îlan kirine hatine firotin.”(ÎLKHA)