“FETO ji Seîdê Nûrsî re PKK jî ji Kurdan reîxanet kir”

Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku di bergeha xebatên referandûmê de hat Bidlîsê destnîşan kir FETO ji Seîdê Nûrsî re PKK jî ji Kurdan reîxanet kir.

Yildirim li Bidlîsa ku hatiyê li Qada Cumhuriyetê ya Taxa Ataturkê bi xelkê re hat bal hev û xîtabî xelkê kir.

“PKK û FETO di 15ê Tîrmehê de digel hev hereket kirin”

Yildirim di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir  FETOyê ku îddîa dike ew li pey Seîdê Nûrsî de diçe îxanetî wî kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “FETO ji Seîdê Nûrsî re PKK jî ji Kurdan re  îxanet kir. Ev FETOyê xaîn, nikare bibe neynikê Seîdê Nûrsiyê Bidlîsî. Ger Seîdê Nûrsî sax bana dê wî negirtibana cem xwe. Wî xaînî çi digot: ‘ Ji ber ku Seîdê Nûrsî Kurd e ez naçim balê.’ Ew ev qas zelîl û nemerd e. Him ji bo ku Kurd e tu naçî balê û him jî tu berhemên wî îstîsmar dikî. Ew ê ji van xaînan hisabê tiştên ku kirine dê bê pirskirin.FETO û PKK bercewiyên hev in. FETO ji Seîdê Nûrsî re PKK jî ji Kurdan re  îxanet kir. PKK û FETO di 25ê Tîrmehê de digel hev hereket kirin.”(ÎLKHA)












 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe