Fîkret Bayram Tehliye Bû

Fîkret Bayram, ji sedî 92 wicûdê wî nalebite. Digel vêya jî, ev serê 14 salan bû ku ji ber doza Îslamê di hepsan de bû.

Fîkret Bayram, ji sedî 92 wicûdê wî nalebite. Digel vêya jî, ev serê 14 salan bû ku ji ber doza Îslamê di hepsan de bû. Çend serekcimhûr di dewrên xwe de, di nav wan de mehkûmên çepgîr û komonîst jî hebûn, gelek girtiyên seqet û bi nexweşên daimî berda bûn. Feqet mixabin boykot danîbûn ser Fîkret Bayram, wî bernedidan.

Fîkret Bayram ne bi qenciyeke serekcimhûrê hat berdan. Belê bi guhertina hinek qanûnên ceza û înfazê hat berdan. Serekcimhûr Ebdullah Gul, digel karibû raya xwe mîna ji bo hinek mehkûmên din bikar bianiya û wî berda. Lê digel ku ji bo Fîkret Bayram kampanyaya îmzeyê hatibûn lidarxistin, zêdetirî 20 hezar îmze ji serekcimhûr re hatibûn şandin jî, serekcimhûr dîsa wî berneda. Ev jî têne bîra însan ku gelo li vî welatî kesên dîndar me’mela ji dêmariyê dibînin?

Li ser tehliyebûna Fîkret Bayram, parêzer Serkan Ramanli îfade kir ku, berdana Fîkret Bayram, qirareke ku bi derengî ketiye. Berî niha ji bo azadiya wî çend kampanya hatibûn lidarxistin.

Fikret Bayram bi tekbîran hat pêşwazîkirin. Gelek dost û meriv û mihubên wî, bi berdana wî li pêşiya hepsê kêfxweşiya xwe nîşan dan. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin