Fîlîstîn Di Teşkîlata Ydê De Statuya Çavdêriyê Bidestxist

Di teşkîlata dewletên Yekbûyî de, statuya damezraniya Filîstînê, bilindî statuya dewleta çavdêrî bû.

Di teşkîlata dewletên Yekbûyî de, statuya damezraniya Filîstînê, bilindî statuya dewleta çavdêrî bû. Di hilbijartina hate kirin de, ji 193 dewletan 138an gotin “erê”, 9 dewletan gotin “na” û 41 dewlet jî bêdeng man. 5 welat jî tevlî hilbijartinê nebûn. Bi vî awayî Fîlîstîn, di teşkîlatê de statuya dewleta çavdêr bidest xist. Emrîka, Îsraîl û Qanada gotin “na”

Bi vî îmkanê, wê Fîlîstîn karibe êrîş û cihnîşînên îllegal yên Îsraîl, giliyê mehkema cezayê ya navnetewî bike. Rêya ku Fîlîstîn bi selahiyeta hiqûqî, siyasî û dîplomatîk, muracetî  dewleta mensûbîyê jî bike vedike. Filîstîn ji bo erdên îşgalkirî dikare siyonîst Îsraîl giliyê mehkema cezaya navnetewî bike.

Filîstîn par ji bo mensûbtiya tam, muracaet kiribû, lê muracaet di konseya ewlehiyê de hatibû red kirin, feqet ji teref UNESCOyê ve hatibû qebûl kirin. Ji ber vê yekê jî Emrîka, alîkariyên ji UNESCOyê re kêm kiribûn.

Piştî qezenca vê zaferê, li Fîlîstînê şahî û kêfxweşî peyda bû. Li hêla Şerîa rojava û li Ğezzeyê millet bi coş derketin cadde û meydanan. Zaferê pîroz kirin.

Piştî hilbijartinê wezîra karên derve ya Emrîka Hîlerî Kilînton, nerazîbûna xwe nîşan da û wiha got “Ev qirar wê pêvajoya aşîtiyê biderizîne” www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin