Fîlma Xebîs Hat Yesaxkirin

Li Qazakîstan û Rûsyayê Fîlma Heqaretwarî Hat Qedexe Kirin

Xeberan diyar kir ku li Qazakîstanê mehkemekê qirar da ku weşandin û belavkirin û tîcareta fîlma  ku heqaret li Quran û pêxemberê me dikir hatiye yesax kirin.

Mehkema li eyaleta Astanayê vê qirarê da. Îdara mehkemê beyan kir ku fîlm teşwîkî kîn û nefret û dijminantiya dînan dike.

Berî niha mehkemeke li Moskovayê jî, ji ber eynî sebeban li seranserê welêt fîlm yesax û qedexe kiribû. Mehkemê  gazî wezareta edaletê kir ku fîlmê têxe nav lîsteya materyalên şîddetê.

Li aliyê din serekwezîrê kevn yê Awûstralyayê Kevîn Rûdd, di konferansekê de li ber fîlma heqaretwarî tepkî nîşan da û wiha diyar kir “Min li fîlmê ne meyzandiye û ez naxwazim lê binhêrim. Lewra xebatekê ku qestî henekê xwe bi baweriyeke mezin bike, ne elyaqê destek û piştgiriyê ye.” (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin