Fîloya Îranê Li Sûdanê Ye

Fîloya 22an Ya Hêzên Behrê Gîha Lîmana Portreyê

 Li gor xebera ajansa Mehrê, hat îfade kirin ku fîloya 22an ya hêzên behrê ya Îranê, derketiye seha serbest ya behrê û gîhaye lîmana Portreya welatê Sûdanê. Hat gotin ku fîloyê han ji firqeteynên Hark û Şehîd Deryaban Naqdî pêk tê. Fîlo bi amanca mesaj û peyama aşîtiyê bighîne welatên  herêmê û li ber terorîzma bêyom ya behrî emniyetê temîn dike derketiye rê.

Fîloyê han, ev serê du meha ye ku derketiya seha navnetewî ya behrê. Hat îfade kirin ku qomandarên fîloyê wê bi qomandarên hêzên behrê yên Sûdanê re werin ba hev.

Wekî tê zanîn siyonîst Îsraîl ji vê fîloyê aciz e û çend roj berê êrîşî fabrîqekeke Hartûmê kiribû ku li wir sîleh dihatin çêkirin û hilberandin. Dihat îddîa kirin ku febrîqe ya Îranê ye.

Li aliyê din Îran li bajarê Kîrmanşahê tetbîqetekê li dar dixe. Tetbîqata eskerî 700 kîlometre dûrî Tahranê ye û wê du rojan dewam bike. Teyare, helîkopter, tûğayên motorîze yên bejî û yekîneyên paraşûtan tevlî tetbîqatê dibin. www.bangaheq.net

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be