Firotina giyayên bi şifa yên ku xelkê heremê eleqeyeke zêde nîşanî wan dide dest pê kir

Li Sêrta parzêgeha bakur, firotina giyayên bi şifa yên mîna kenger, soryaz û karîya ku xelkê heremê eleqeyeke zêde nîşanî wan dide dest pê kir.

Bi hatina demsala biharê gelê herêmê berê xwe didin çiyayên bilind û bi teht û giyayên bi şifa yên mîna kenger, soryaz, karî, sîrîk û hwd. berhev dikin. Giyayên bi şifa yên ku bi sed zehmetî tên behhevkirin piştî paqijkirinê li bajêr tên firotin.

Dikandarê bi navê Muzaffer Ulu yê ku li dikana xwe giyayên şifabexş difiroşe derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber ku eleqeyeke zêde ji van giyayên bi şifa tê nîşandan ew gelek zêde kêfxweş û bextewar e. Ulu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Sîrîk, kereng, soryaz, karî û giyayên mîna wan ji teref gelê Sêrtî ve tên xwarin. Ev giya pir zêde feydeya wan ji sihheta mirov re heye. Tê zanîn ev giya ji bo nexweşîyên mîna tansiyon û şekir baş e.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Yew birindar esto
Yek jê giran 3 birîndar
Li Wan û Colemêrgê operasyona narkotîkê
Nizar Amêdî bû serokkomarê Iraqê
Li Îdirê şer: 2 mirî, 6 birîndar