Îşgala Fransa ya li Malî, derbasî roja bîstî bû. Fransa şerê xwe yê li ber muslumanê Malî, bi desteka eskerên yekîtiya Ewrûpayê didomîne, cîhanê jî li gor menfîet û planên xwe agahdar dike. Ji ber vê yekê jî, cemiyeta dinyê şaş haydar dike.
Bajarê Moptî di bin kontrola mucahîdên Îslamê de ye. Fransa nahêle ku, qezetevan nêzî cephê bibin. Digel vê rewşê jî, hinek qezetevan ji cehpê xebera diweşînin. Çawa çê dibe ku, Fransa hem nahêle qezetevan têkevin bajarê ku di destê Fransa de ne, hem jî ji cehpê li ser hesabê Fransa xeberan didin medyayê? Tiştekî din jî ew e ku, Fransa bi çend mucahîdan re şer dike, vê rewşê mîna herbeke mezin nîşan dide. Dîsa eskerên Fransa bi berxwedêran re rû bi rû şer dikin, lê der heqê kuştiyên Fransa de tiştek nayê gotin.
Ji tewr û propaganda û şerên Fransa eşkere dibe ku, meqseda Fransayê ne ji bo mucadela li ber El Qaîdeyê ye. Lewra li Iraq, Pakîstan, Efğanîstan û Somaliyê, di operasyonan de eqîbeta îşgalkeran bellî ye. Belkî amanca Fransayê, şêlandina dewlemendiyên Malî ye û rê girtina li ber pêşveçûn û hakimyeta Îslamiyetê ye.