Fransa dijminantiya muslumanan dike. Konseya Îslamê ya Fransayê da zanîn ku, îsal di her sê mehên ewilî de li welêt li muslumanan êrîş zêde bûne. Li gorî qeyd û îstatîstîkên polîs û cendermeyê, di her sê mehan de dora 50 caran li muslumanan êrîş pêk hatine.
Par ev hejmar dora 40 bû. Zêdebûn vê hejmarê, bû sedemê endîşeyan. Li gorî rapora çavdêrxana konseya Îslamê ya Fransayê, par li muslumanan 53 êrîşên fîîlî, 148 tehdît û gef xwarin, bi temamî 201 êrîş pêk hatibûn. Pêrar jî ev hejmar 155 bû.
Konseya Îslamê beyan kir ku, serekcimhûrê Fransayê mucadela li ber dijminantiya Yahûdiyan, doza mîllî îlan kiriye. Divê mucadela li ber dijminantiya muslumanan jî bipejirîne. Tê gotin ku li Fransayê nêzî 6 milyon musluman dijîn. BANGAHEQ