Fransa dîsa Tirkiye xist nav lîsteya sor

Fransa, piştî zêdebûna hejmara pêketîyên coronavîrusê yên li Tirkiyeyê, di çarçoveya qedexeyên rêwîtiya Covid-19an de, Tirkiye ji lîsteya porteqalî derxist û xiste lîsteya sor.

Fransa, piştî zêdebûna hejmara pêketîyên coronavîrusê yên li Tirkiyeyê, di çarçoveya qedexeyên rêwîtiya Covid-19an de, Tirkiye ji lîsteya porteqalî derxist û xiste lîsteya sor.

Ji teref Sefaretxaneya Fransayê ya li Enqereyê ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ji ber zêdebûna pêketîyên coronavîrusê yên li Tirkîyeyê ew ê ji 28ê Tebaxê pêve Tirkîye di nav lîsteya sor de bê hesibandin û di rêwîtîyên ku dê ji Tirkîyê ber bi Fransayê bên kirin de tevdîr bên zêdekirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin kesên ku vaksîn li xwe dane ji vê sînordarkirina ku hat kirin muaf in.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe