Fransa Êtîm Elî li Êlihê ji xwendekarên mihtac re alîkarîya qirtasîyê kir

Fransa Êtîm Elîyê ku gelek fealîyetên alîkarîyê bi kar tîne, vê carê jî li Êlihê ji bona hinek fealîyetan xwe nîşan da, li Êlihê ji xwendekarên mihtac re alîkarîya çente û amûrên qirtasîyeyê kir.

Dildarên Fransa Êtîm Elîyê ku li gundê Konaka ku girêdayê navçeya Kercosa Êlihê ye bi xwendekarên dibistana pêşîn re hatin cem hev û ji wan re çente û amûrên qirtasîyeyê belav kirin, bi vê şeklê wan zarokan kêfxweş kirin.

Nîzamettîn Ayganê Temsîlkarê Fransa Êtîm Elî derheqê fealîyetê de agahî da û diyar kir ku ew ji 50 êtîm û mihtacan re alîkarîya qirtasîye û çenteya dibistanê kirin.


Aygan weha axivî, “Em bi nav Fransa Êtîm Elîyê sazîya alîkarîya însanî li gundê Konaka navçeya Kercosa Êlihê ne. Hemd ji xwe re ku me alîkarîyên xwêrxwazên xwe yên ku ji me re şîyandine teqdîmê zarokên êtîm û mihtac kir. Raste rast ditîna ev xuyangê me ji dil û can kedirand. Rewşeke gelek xwemgîn e. Lê Elhemdulîllah me zarokan bi vê şeklê kêfxweş kir.”

Aygan di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku ew ê alîkarî bidome û bi vê wesîleyê ji xêrxwazên Ewrupayê re ku alîkarîyan şîyandine sipasîyan dike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Wê tayinên 20 hezar mamosteyan bên kirin
Bi zimanê hevaldozên wî Mela Abdurrezzaq Tepe
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî qetil kir
Li Çînê bi kêrê êrîş: Herî kêm 11 mirî 23 birîndar
Nimêja bi cemaetî hat qedexekirin