Li gor xeberan hat diyar kirin ku mutefekkîr Roger Garaûdy, li Parîsê di ‘umrê xwe ya 99 salî de rehmet kiriye. Wê cenaza wî, roja duşembê li Parîsê bê definandin.
Wekî tê zanîn Roger Garaûdy li Marsîlya Fransa welidî. Di 1952an de, ji zanîngeha Sorbonê di warê edebiyatê de, di 1954an de jî li Rûsya ji Aqademiyê di warê zanîstiyê de diktorî wergirtibû. Midûriya merkeza lêkolîn û lêgerîna Marksîstê kir. Di parlementoya Fransa de, wekîltî, alîkariye serektiya meclîsê û senatoriya komîsyona perwerdehiyê kir. Li Fransa sekreteriya giştî ya partiya Komunîstê kir. Bi lîder û hunermendên navdar mina Stalîn, Castro, Pîkasso, Aragon, Pol Sartre re hevdîtin pêk anî.
Gava ku sekreterê giştî yê partiya Komunîst e û li dinyê îftîxara Fransa tê qebûl kirin, di zirweya komunîstiya xwe de, di sala 1982an de piştî lêkolîna li ser Îslamê, muslumantiya xwe îlan dike. Der heqê Îslam û îdeolojiyên beşerî de zêdetirî 60 eseran nivîsandiye. Eserên wî, hatiye wergerandinî nêzî 40 zimanan.
Rehmetî Roger Garaûdy di peyvek xwe de wiha dibêje “Îslam dîneke ku çaxan li pey xwe kaş dike. Dînê din, li pey çaxan kaş bûn. Yanî hemî dînên ğeyrî Îslamî, li gor zemana hatin şapînoz kirin. Reform li ser wan çê bû. Kitêbên muqeddes li gor zemana hatin texrîf kirin û guherandin. Lê Qurana pîroz, ji roja nazîl buye her tim li zemana hukum kir. Quran zemanê ne şopand, lê zeman Quranê şopand. Her çiqas zeman yextiyar bû, Quran jî ciwan bû. Ev hadîseyek bi ser çaxan re ye. Îslam hakimê materyalîzm û fikra pozîtîvîst û ekzîstansiyalîstan e. Lê ji vana yek jî ne hakimê Îslamê ye.”
Xweda rehmeta xwe li Roger Garaûdy bike. (Bangaheq)