Gazina Taner Yildiz

Dewlet Li Bakurê Kurdistanê Karkeran Peyda Nake

Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz, diyar kir ku li bakurê Kurdistanê karkerên ji bo xebatê nabînin û bang li kurdan kir. Yildiz got ku "Hewce ye ku birayên me yên kurd ên li wir, guh bidin banga îstihdamê û li gor wê tevbigerin."

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Tabiî yê Tirkiyê Taner Yildiz, destnîşan kir ku qaçaxvaniya mazotê ya mezin ne bi hêstiran e ya bi gemiyan tê kirin e. Yildiz diyar kir ku qaçaxvaniya mazotê ya bi hêstiran her tim tê rojevê, lê ya li behran tê piştguhkirin. Yildiz wiha got: "Qaçaxvanî kêm bûye, lê bidawî nebûye. Em ê bi xebatên nû netîceke bigrin."

Yildiz balkişand ser çavkaniyên binerdê yên wekî sifr, çînko û petrolê yên li Colemêrgê derketine holê û wiha got: "PKK hewl dide hizûra herêmê re bibe mani’. Barajên ji bo avdanê jî dihilweşînin. Em ê destûr nedin vê yekê. Em ê bixebitin ku petrola li wir, derxin."

Yildiz da zanîn ku li bakurê Kurdistanê karkerên ji bo xebatê nabînin û bang li kurdan kir. Yildiz got ku "Hewce ye ku birayên me yên kurd ên li wir, guh bidin banga îstihdamê û li gor wê tevbigerin." (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin