Ji lîderên Hamasê Îsmaîl Henîyye, ji bo Ğezzeyê gazî avakirina acîl kir. Îfade kir ku divê ambargoya li ser Ğezzeyê bê rakirin, deriyên sînor bên vekirin û sehayên ku ji ber bombebarandinan xera bûne bi lez bên avakirin.
Her wiha Henîyye daxwaz kir ku ji bo şopandina agirbesta hatiye îmzekirin komîteyek bê avakirin. Îsmaîl Henîyye da zanîn ku ew ê tu projeya herêmî yan jî navneteweyî ya dixwaze grûbên Filistînê bêçek bikin qebûl nekin.
Di êrîşên Îsraîla leîn ên di 51 rojê de, 17 hezar û 200 xanî, 73 camî û 24 mekteb yekser xera bûbûn, 41 hezar û 350 xanî, 197 camî û 208 mekteb jî xisar dîtibûn. 2 hezar û 15 filistînî şehîd bûbûn û zêdetirî 11 hezar kes jî birîndar bûbûn.