Li gor xeberan hat diyar kirin ku şêxê Ezherê, ji muslumana xwestiye ku cûdatiyên mezhebî bavêjin alîkî û bibin yek. Tayyîb îfade kir ku îro musluman, marûzî qampanyayeke navnetewî ya zulm û te’deyî dibin, tê xwestin û welatên muslumana bihev bikevin.
Şêx Ehmed Tayyîb wiha xeber da “Hinek hêz, dixwazin di nava ummetê de, jihevqetin û dijminantiyê pêk bînin. Ji ber vê yekê jî di hinek kanalan de, fikrên wiha xerab û çewt pêş dikin. Musluman mîna Yekîtiya Ewrûpa, digel ewqas cûdatiyan wekî ziman û millet û baweriyê jî, dikarin yekîtiyê pêk bînin. Ji bo çêbûna vê yekîtiyê, çi li Ezherê bikeve, em amade ne ku wê bikin.”
Hat îfade kirin ku Ehmed Tayyîb di hevdîtina bi alîkarê serekcimhûrê Îranê Hemîd Bekaî re de wiha peyivî “Dibe ku di navbera welatan de îxtîlafên siyasî hebin. Feqet van îxtîlaf, divê yekîtiya muslumana xera neke. Em siyasetê ji siyasiyan re bihêlin. Divê amanca alim û mutefekkîr û rewşenbîran, avakirina yekîtiya ummetê be.”
Ehmed Tayyîb beyan kir ku wê Ezher, hewl bide daku muslumanê sunnî û şiî, nêzîhev û din bibin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)