Gaziya Bavê Mehkûm

Bila Bi Çavê Dinyê Cara Dawîn Kurê Xwe Bibînim

 M. Garîb Ozer par li hepsa Diyarbekir ya tîpa Dyê bû. Sewka wî derxistin û wî sirgûnî Erzeromê kirin. Bavê wî xalê Şêxmûs Ozer, 78 salî ye û ji sedî 93 biuzr e. Li ser sirgûna kurê xwe mektûbek nivîsand û xwest ku bi çavê dinyê cara paşî kurê xwe bibîne.

M.Garîb Ozer di 2001ê de ji doza Hîzbûllah hatibû girtin. Par, wî ji hepsa Diyarbekir sirgûnî hepsa Erzeromê kirin. Bi vî awayî bavê wî Xalê Şêxmûsê 78 salî, diya wî xaltîka Rewşê ya 71 salî, kuflet û sê zaroken wî jî cezakirin. Lewra bavê wî ji sedî 93 biuzr e. Nikarin herin ziyareta wî. Li ser vî halê, bavê wî wiha got “78 salî me, ji sedî 93 rapora uzra min heye. Heftê du rojan diçim hemodiyalîzê. Bi sonda bewlê me. Gava kurê min li Diyarbekir bû, ji 3 mehan carekê ve diçûm ziyareta wî. Wî sewkî Erzeromê kirin. Niha ez nikarim herim serdana wî. Ez dixwazim berpirsiyar sewka wî derxin Batmanê yan jî bajarekî nêzîk da ku bi çavê dinyê cara dawîn kurê xwe bibînim.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be