Serekê partiya Cepheya rizgariya Îslamî ya Cezayîrê Şêx Elî BelHac, Hamas û xelkê Ğezzeyê ji ber zafera wan ya li ber ordiya Îşgalkerê Îsraîl tebrîk kirin.
Elî BelHac tewrên rejîmên Ereban yên li ber îşgal û bombardimanên Îsraîl jî sert şermezar kir. BelHac îfade kir ku alîkariya welatên Ereb yên ji bo Ğezzeyê, tenê bi malî tên kirin. Hemî ji alîkariya sîlehan direvin.
BelHac di îfada xwe ya nivîskî de îfade kir hewce ye ku welatên Ereb, bi sîlehan alîkariya Ğezzeyê û berxwedana cîhada Filîstînê bikin.
Elî BelHac wiha got “Grûbên berxwedana Filîstînê çi li wan dikeve, tînin cîh. Meriv nikare ji bo wan tu qisûrî bêje. Peyva min ji bo Siûdî, Yekîtiya Emîrtiyên Ereb û Cezayîr e. Lewra bi milyar dolaran sîlehan dikirin. Emrîka desteka sîleh dide siyonîst Îsraîl, lê van welatên Ereb nikarin desteka sîleh bidin Fîlîstînê.” www.bangaheq.net