Ji bo sekinandina qetlîamkirina muslumanê Araqanê, wezîrê karên derve yê Îranê, bi mewkîdaşê xwe yê Myanmarê re bi telefonê xeber da û jê xwest ku ji bo sekinandina qetlîaman, divê hikûmeta Myanmarê gavên li rê bavêje.
Wezîrê karên derve yê Îranê Elî Ekber Salihî, bi mewkîdaşê xwe yê Myanmarê re bi telefonê peyivî. Salihî îfade kir ku divê qetlîamên li muslumanên Araqanê bên sekinandin û musluman heqên xwe yên tebiî bidest bixin. Ji bo van tiştan jî divê hikûmeta Myanmarê, gavên li rê û hewce bavêje. Salihî der heqê qetlîamkirina muslumana de endîşeyên xwe jî anîn ziman.
Elî Ekber Salihî îfade kir ku Îran dixwaze di navbera dînan de diyalog hebe û di navbera musluman û bûdîstan de aşitî û lihevkirin ava be. Ji bo vana jî Îran amade ye ku hewl û ğeyretê bike.
Hat îfade kirin ku mewkîdaşê Salihî ji bo çavdêrî û nêrîna rewşê, Salihî dawetî Myanmarê kiriye. www.bangaheq.net