Gaziya Serhildana Sivîl

Gaziya Îsyana Sivîl Li Misrê hereketa îttîfaka mîllî ya ku derbeyê red dike û destekê dide meşrûiyetê

Li Misrê hereketa îttîfaka mîllî ya ku derbeyê red dike û destekê dide meşrûiyetê, di çarçova hefteya wefaya ji bo xwîna şehîdan de, li 9 bajaran protesto li dar xistin, ji bo yekşema 22ê Îlonê jî, gazî bêîtaata sivîl kir.

Protesto li Qahîre, Îskenderiye, Suweyş, Benî Suweyf, Mînye, Şerqiyye, Sînaya Bakur, Sohac û Gîzayê, bi avakirina zencîra însanan dest pê kir. Protestovan daxwaza berdana serekcimhûr Muhemmed Mûrsî û girtiyên din kir, xwestin ku Mûrsî vegere ser wezîfa xwe. Protestovanan di aleyhê cûntayê de slogan avêtin.

Protestovan bi panqartên “Neçe kar û li mal rûnene. Li hemî meydanên Misrê tevlî me bibe” meşiyan, resmên Mûrsî hilgirtin.Her wiha hat gotin ku hêzên Cûntayê li nav bajarê Port Seîdê, Muhemmed Ferecê lîderekî teşkîlata îxwan û parlementerê partiya Hurriyet û edaletê desteser kiriye. Hat îfadekirin ku Ferec bi sûc û bihana teşwîka şîddetê û mensûbtiya şebekeya çekdar, sewkî sewcîtiya Dekhaliyye bûye.

Li aliyê din heyeta îdara Ezherê, li nav kampusê li xwendekar û xoceyên zanîngehê, fealiyetên siyasî qedexe û yesax kir. Heyetê got ku Ezher ne ciyê siyasetê ye, cî û merkeza îlmê ye. (Bangaheq)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin