Di ûnîversîteya Îslam ya Ğezzeyê de, merasîma mezûniyeta 400 ğaziyan hat lidarxistin. Dîplomayên 400 ğaziyan hatin dayîn.
Di merasîma mezûniyetê de, sefîrê Tirkiyê yê Qûdsê Şakîr Ozkan Torûnlar xeber da. Torûnlar wiha got “Em ji biçûkatiya xwe ve, bi doza Fîlîstînê mezin dibin, hînî hezkirina xelkê Fîlîstînê dibin. Gulên li Fîlîstîniyan dikevin, ewilî li me dikevin.”
Torûnlar da zanîn ku, bi talîmata serekwezîr Erdoğan, projeya ji bo perwerdehiya seqet û ğaziyên herbê pêk hatiye. Ji vê perwerdehiyê meqsed ev e ku, kesên ğazî û astengdar, ji bo millet û civakê bifeyde bibin.
Cîgirê serekê zanîngeha Îslamê ya vê projeyê dimeşîne Cemal Xudarî jî wiha got “Ğezze malavahiya Tirkiyê dike. Tirkiye mesûliyeta rakirina ambargoya Ğezzeyê, da ser milê xwe û dest bi îcraata kir. Ev proje jî, xweş nîşana vî tiştî ye. Em şukranên xwe ji xelkê Tirkiyê re rêdikin.”
Projeya Îrade dike amanc ku, perwerdehiya akademîk û meslekî bide ğaziyên seqet yên di navbera 2008 û 2009an de di herba 21 rojî de birîndar bûne û seqet mane. Hat gotin k, di çarçova vê projeyê de ders û meslekên bankavantî û fînansê, desteka psîkolojî û rehabîlîtasyonê, nêrîna kompîtur û cîhazên mobîl, dîzayna grafîkê, meslekên xeratî, cam, karkertiya seramîkê, boyaxa daran û cîldkarî hene.
Bangaheq