Gedeke Yeksalî 25 Saet Piştî Qezayî Mîna Mûcîze Birîndar Hat Dîtin

Gedeke Yeksalî 25 Saet Piştî Qezayî Mîna Mûcîze Birîndar Hat Dîtin

Xweda rebbê alemê ye. Bê wî ne pelek diweşe, ne dilopek baran dibare, ne jî mirin diqewime. Xelasiya gedeke biçûk mîna mûcîze derket ser medyayî.

Di riya Datça û Marmarîsê de, otomobîla ku Ehmed Mûrat Bîrdane dajot, gindirî kendala 100 metreyî. Piştî ku otomobîl di kendalê de wer bû, şofêr Mûrat Bîrdane û jina wî rehmet dikin. Lê 25 saet şûnde, qîza wan Zeynep Bîrdaneya yeksalî, ji teref ekîbên cenderme û sihhetê ve birîndar tê dîtin û ji wir bizehmetan tê xelaskirin.

Mudaxela ewilî li wir hat kirin, û dûre jî sewkî nexweşxana Marmarîsê ya dewletê bû. Hat beyan kirin ku rewşa geda han baş e. Di heyama qezayê bi qederê 50 metre ji otomobîlê pengiziye.

Wezîfedaran îfade kirin ku, di qeydên mobeseyê de hatiye dîtin ku wesaîta wan, ji Marmarîsê derneketiye. Li ser lêkolînê wesaîta qulibîbû hatiye dîtin.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar