Gel ji rêya xerabe û biherî re bertek nîşan da

Li Êlihê gelê ku ji rêya xerabe û biherî re bertek nîşan da diyar kir daxwaziya wan ew e ku ev rêya dema baran dibare dibe herî were çêkirin.

Nişteciyên Taxa Yeniya girêdayê Êlihê ji rêya xerabe û biherî re bertek nîşan da diyar kir daxwaziya wan ew e ku ev rêya dema baran dibare dibe herî were çêkirin.

Nişteciyên kolanên 1010, 1014 û 1016emîn destnîşan kirin ku rojên ku baran dibare ew ji ber heriyê nikarin bimeşin. Ji ber vê yekê wan bertek nîşan dan û destnîşan kirin bila rêya wan were çêkirin.  

Recep Arslan diyar kir rêya ku ji ber xebatên şaredarî û SÎBADAŞê xera bûye. Lê piştî vê yekê êdî nehatiye sazkirin. Arslan wiha qala mijarê kir: “Piştî xebatên ku pêk hatin rê ma di vê halê de. Zivistanê ji ber heriyê û havînê jî ji ber ax û xweliyê mirov nikare bimeşe. Me vê yekê ji şaredarî, mixtar û merciyên din re ragihand. Lê hêj wiha ye. Rê di nav herî û ax û xweliyê de winda bûye. Em hêvîdar in ku çi hewce dike were kirin.”

“Ji bo Êlihê rewşekî xerab e”

M. Şah Bakir diyar kir ji ber ku rê xerabeye gel nikare bi rahetî derkeve derve. Dûvre Bakir wiha diyar kir: “Nêzî 2 salan e ku rêya me wiha ye. Ji ber ku rêya me xerabe ye em hemî mexdûr in. Daxwaziya me ew e ku demildest ev rê werin çêkirin. Pir dereng mane. Ev Yek ji bo Êlihê rewşekî xerab e.”

Sabahattîn Akin diyar kir ku ev yek wan mexdûr kiriye. Dûvre Akin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber guhertina boruyên gaza xwezayî û avê rê xerab bûn. Ji par ve vira herî ye. Êliha berê hat bîra me. Tabî ji rêvebiran tu kesî xwedî hest nîne. Înşaellah ev gotinên ku em dibêjin diçe guhên rêvebiran û ji bo pirsgirêka Taxa Yenî çareserî tê kirin.”

 “Zarok di nav heriyê de dimeşin”

Murat Erol diyar kir ku mirov zivistanê ji ber heriyê û havînê jî ji ber ax û xweliyê ew nikarin di rê de biîmeşin. Dûvre Erol wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev nêzî sal û nîv 2 salan e ku mirov zivistanê ji ber heriyê û havînê jî ji ber ax û xweliyê ew nikare di rê de biîmeşe. Me di facebookê de ji serokwezîr re nîvîsand. Gotin ‘baş e. Dê em eleqeder bibin.’ Lê rê di nav herî, av û axê de maye. Zarok di nav heriyê de dimeşin. Pirsgirêkên me hene.”

Her wiha pîrekan jî diyar kirin ku rêya taxa wan dişibihe rêya gundan û tu kes bi vê yekê re eleqeder nabe. Zarokan jî diyar kirin ku ew ji ber heriyê nikarin bilîzin. (ÎLKHA)




















 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe