Diyarbekiriyên ku piştgirî didin bangewaziya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ragihandin ku wek gel ew li dijî bikaranîna dolaran in û naxwazin dolar bikar bînin.
Ji hemewelatiyan Ramazan Yalçin diyar kir divê ku zêdebûna dolarê zirarê gel e. Pêwîst e ku perê biyaniyan neyê bikaranîn.
Yalçin di derbarê mijarê de wiha axivî: “Berê bi zêran ticaret dihat kirin. Gor min ya herî baş ew e. Em dolar distînin. Geh dikeve geh zêde dibe. Ev yek ji gel re zirar e. Dîsa gel dizane lê divê perê ku aydê me nîne neyê bikaranîn.”
Ekrem Cengîz diyar kir ku ew naxwaze ku Misliman bi dolaran dan û sitandin bike. Dûvre Cengîz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dolar ya DYEyê ye. Emrîka dixwaze Mislimanan ji holê rake. Vê yekê hewl dide bi dolar û bi tiştên din bike. Ji ber vê yekê em dolar naxwazin. Wek Misliman bila dan û sitandina me ya bi dolaran çênebe.”
Şeyhmus Demîr jî belav kir ku dolar hêza DYEyê ya li ser Tirkiyê dide nîşandan û diyar kir ku têkiliya mirov bi ya derve re tunebe çêtir e. Dûvre Demîr wiha diyar kir: “Bes em dolar hûr dikin. Nexwe hêza me ev qas e. Ji me re ji Emrîka toza şîrê dihat. Gelo li Tirkiyê toza şîrê tunebû?”
Mehmet Tahîr Unal diyar kir ku ew bangewaziya hûrkirina dovîzê erênî dibînin. Dûvre Unal wiha diyar kir: “Gor min mijara hûrkirina dolarê erênî ye. Heke wisa nebûya Serokkomar ew qas li ser nedisekiniya.”
Abdullah Demîr û Ahmet Savaş Erçedogan jî diyar kir ku dolarên wan tune. Heke dolarên wan hebûna dê piştgirî bidabûna qempanyayê. (ÎLKHA)