Gel zema mizaya kêmtirîn kêm dît

DİYARBEKİR - Gelê ku di derbarê zema mizeya kêmtirîn de axivî destnîşan kir ku di gel vê zemê mizeya kêmtirîn kafî nîne.

Wekê ku tê zanîn heftiya borî mizeya kêmtirîn wek zem 104 TL zêde bûbû. Gelê ku di derbarê zema mizeya kêmtirîn de axivî destnîşan kir ku di gel vê zemê mizeya kêmtirîn kafî nîne.

Gelê ku zema mizeya kêtirîn nirxand bal kişand ku di gel zema mizeya kêmtirîn ev zêdebûn kafî nîne. Ji ber vê yekê gel destnîşan kir ku bila rêvebir xebat û derfetên nû pêk bîne.

Ji hemwelatiyan Davut Ozguler mizeya kêmtirîn nirxand. Ozguler wiha destnîşan kir: “Mizeya kêmtirîn bû hezar û 404 TL. Lê zem hat li ser her tiştî. Dê însan çi bixwin û vexwin? Meaşê karkerê hezar û 404 TL. Meaşê parlementerê 27 hezar TL. Feqîr çi bike. Çi dibe bi feqîr û fuqerayê dibe. Zilamekî zewicandî qet nikare aboriya xwe bi vê temîn bike.”

“Zema ku kirin bi zemên din dûbare distînin”

Gokhan Çîçek diyar kir di gel zema li mizeya kêmtirîn ew nikarin debara xwe temîn bikin. Dûvre Çîçek wiha pê de çû: “Zem wek 104 TL zêde bû lê em dîsa nikarin bi vê yekê debara xwe temîn bikin. Dê em bi vê perê kirê bidin, fatureya av û ceyranê bidin? Wan ji her tiştê re zem anîn. Ji benzîn, av, ceyran û muayeneyê re zem hat. Dema em van radizînin êdî pere namîne. Ji muayeneyê re jî zem hatiye. Em di nexweşxanê de fîşekî dibirin perê wê jî dibirin. Di şûna belaşbûna nexweşxaneyê zem ji muayeneyê re tê.”

“Ji ber ku tu îşê de naxebitin nizanim mizeya kêmtirîn çiye”

Huseyîn Baran jî wiha diyar kir: “Ji ber ku tu îşê de naxebitin nizanim mizeya kêmtirîn çiye. Di van şert û mercan de zêdebûna mizeya kêmtirîn baş e. Em li Tirkiyê dizanin ku şertên karkeran çiye. Zêdebûn çêtir e. Lê ji ber ku ez nizanim nikarim tu tiştekî bibêjim.”

Şakîr Aksoy diyar kir ku »meaşê mirovek heke di bin 2 hezar TLyan de bibe zor e. Dûvre Aksoy wiha pê de çû: “Heke di vê welatê de mizeya kêmtirîn 2 hezar TL bibe jî zehmet e ku mirov malbatek xwedî bike. 100 TL zem li mizeya kêmtirîn zêde dikin. Ez ji vê zemê çi fêm bikim. Malbatekî nikare bi simîdê debara xwe bike. Ez mehê 2 hezar û 500 TL meaş distînim lê bi zor debara xwe dikim.”

Mehmet Gerek wiha destnîşan kir: “Ez di derbarê mizeya kêmtirîn de çi bifikirim. Şert û mercên jiyana îro di holê de ye. Ji bo kesên ku dixebitin kêm e. Di nav van şert û mercan de mirov nikare malbata xwe xwedî bike. Bes mirov dikare nan û penîr bistîne. Her wext zem çêdibe.”

Mehmet Kaya jî di derbarê mijarê de wiha destnîşan kir: “Heke zem ji mizeya kêmtirîn re çêbûye Xweda ji wan razî bibe. Lê 100 TL didin dûvre hemwelatî 200 TL zirarê dikin. Heke piştî zemê birrîn tunebe baş e.” (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye