Gelê Amedê piştgirîyê neda meşa HDPê

Ji teref HDPê ve doh ji bona protestokirina qedexeya Sûrê banga meşê hatibû kirin ku xelkê Diyarbekirê piştgirî û destekê neda meşa HDPê.Meşa ku hat xwestin were kirin polêsan mudaxeleyî kir.Piştî mudaxelê bûyer rûdan.

Ji teref  HDPê ve doh ji bona protestokirina qedexeya Sûrê banga meşê hatibû kirin ku xelkê Diyarbekirê piştgirî û destekê neda meşa HDPê.Meşa ku hat xwestin were kirin polêsan mudaxeleyî  kir.Piştî mudaxelê kesên PKKyî li ser cadeyên bajêr  bûyer  derxistin. Xelkê ku derketin balkonan ji kesên PKKyî re bertek nîşan dan. Her wiha polêsan jî bi biber û avê mudaxeleyî komê kir. Hat ragihandin polêsan li navçeya Yenîşehîra Amedê jî kesên ku dixwastin biçin Sûrê li ber Çayxaneya Esma Ocakê binçavkirin.

Li navenda Diyarbekirê ji ber tehdîdên ku berî niha li dikandaran hatibû kirin esnaf dikanên xwe venekirin. Hat dîtin komên HDPyî li ser hinek cadeyan lastîk şewitandine û rê girtine.Xelkê Diyarbekirê yên ku destek û piştgirîyê nedan meşê derketin balkonê û wiha ji komê HDPyî re bertek nîşan dan: ‘Gelo hûn dixwazin  her derî bixin wek Sûrê.’

Dikandarên Diyarbekirê destnîşan kirin ew ji teref kesên rûyên wan nixumandî ve hatine tehdîdkirin û ji ber vê yekê ew dikanên xwe venakin. Li bajêr hat dîtin ku otobusên şaredarîyê jî  kontak girtine û karmendên şaredarîyê yên paqijîyê jî wezîfeyên xwe nakin.

Ji rexekî ve di navbera polês û kesên HDPyî de pevçûn berdewam dikin ji rexê din ve jî ji ber gaza îsotê xelkê bajêr gelekî nerihet û aciz dibe. Li ser Cadeya Sentoyê kesên rûyên wan nixumandî TIRek sekinandin û rê ji  trafîkê re girtin.

Her weke ku tê zanîn duh ji bona protestokirina qedexeya Sûrê ji teref HDP  û DBPê ve banga tevlîbûna meşe hatibû kirin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar