Di serî de Sûra Amedê li derên ku pevçûn diqewime berik îsabetên siwîl, mal û ereban dikin. Esnaf diyar kirin ji ber ku ji her derê ve berik tên newêrin dikanên xwe vekin. Gel jî ji ber vê yekê newêrin derkevin ber penceran.
Xelkê Amedê diyar kir ji ber pevçûnan berik ji ciyên cûr bi cûr ve tên. Ev yek jî dibe sedema mirina însanan. Ji ber vê rewşê gelê Amedê diltirs e.
“Dema ku benda wesayîtê bû berik lê ket”
Abdurrehman Yakutê 30 salî yê ku di kargehekê taybet de dixebite doh sibe li Taxa Muradiyeya Baglarê dema ku li benda wesayîtê bû berik îsabetê wî kir. Yakut birîndar bû. Gel birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Her wiha kesên ku wî rakirin nexweşxaneyê diyar kirin ku Yakut kesek pir baş e û dijmintiya wî bi kesî re tune.
Kesên ku di ciyê bûyerê de bûn diyar kirin ku gelek berik hatine rexê wan. Dûvre ev kes diyar kirin ku piştî bûyerê rûyê Yakut di xwînê de winda bûye. Roja beriya wê de jî li Taxa 5 Nîsanê jî roketek îsabetê malê kiribû.
Di heman wextê de di Taxa Îskender Paşaya Sûrê, Kolana Gîrneya Baglarê û Kolana Dortyola Şehîtlîkê de berik îsabetê malan kiribûn.
“Em dê ji vê taxê biçin”
Di heman rojê de berik îsabetên 4emîn binkeya tendirustiya navçeya Baglarê kiribû. Her wiha hat diyarkirin ku ev binkeya tendirustiyê ji wir hatiye neqilkirin. Dema ku ji wan pirsîne hûn diçin li kû wek bersîv “Em dê ji vê taxê biçin” bersîv dane.
“Gel ditirse ku bibe hedefa berikan”
Esnafa ku ereba wî bûbû hedefa berikan wiha axivî: “Ev berik di heman wextê de nayên. Ev berik ji ku ve tê em nizanin lê em diltirsin. Di rojek de herî kêm 5 car berik tê vê kolanê. Berik Îsabetê ereba min jî kir. Lê ji vî girîngtir jiyana gel di xeterê de ye. Gel ditirse ku bibe hedefa berikan.”
Esnafek din jî diyar kir ku li ber dikana wî mêrek birîndar bûye. Dûvre esnaf axavtina xwe wiha domand: “Ez jî ditersim ku dikana xwe vekim. Lewra ez nizanim gelo ez dê bibim hedefa berikan an ne. Pêwîst bû ku ez dikana xwe zû vekim. Lê min nîvro vekir. Canê min heye. Ez li malbatek dinêrim. Canek erzan nînin. Em nizanin gelo ev berik ji ku ve tên. Pêwîst e ku ev yek were çareser kirin.”
“Zaroka 6 salî jî birîndar bûbû”
Roja yekşemê jî li navçeya Yenîşehîrê di Taxa Şehîtlîkê de berikek îsabetê malek kiribû. Zaroka 6 salî yê bi navê Y.T.yê ku di nav malê de bû birîndar bû. Hat ragihandin ku ev zarok ji serê xwe birîndar bûye û niha jî di Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê yê Gazî Yaşargîlê de tedawî dibîne.
Ji aliyekê din ve Sûrên Dîrokî yên Amedê û Mizgefta Mezin jî bûn hedefa berikan. (ÎLKHA)