Gelê Yeşîlliyê ji çalakiya deremirovî re bertek nîşan da

MÊRDÎN - Gelê navçeya Yeşîlliya Mêrdînê ji ber ku dê çalakiya deremirovî li navçeyê bihatiba lidarxistin hêj jî şaşwaziya wesayîta bombeyî ya 3 tonî ji ser xwe neavêtiye.

Wek ku tê zanîn 2 roj berê wesayîta bombebarkirî di gel îqaza polêsan nesekinîbû. Piştî vê yekê wesayîtê dabû sekinandin û di encama 4 saetan de wesayîta bombebarkirî bê bandorkiribû.

Gelê navçeyê ji bo vê çalakiya deremirovî re bertek nîşan da û diyarkir ku hêj jî vê şoq û şaşewaziyê li ser xwe neavêtiye.

Ji esnafê navçeyê Celal Y, wiha axivî: “Yeşîllî heta niha navçeyekê aram û sakin bû. Em hêvîdar in ku dê ev aramî bidome. Înşaellah carek din di navçeya me de tiştekê wiha neqewime.”

 “Heke bombe bitaqiya dê taxa me serûbin bûbûya”

Ji şahidan Ramazan Barman hestiyarên xwe wiha anî ziman: “Di derdora saet 7.30an de ji ber mala me wesayîtê ku tekerê wî teqandî bû derbasbû. Piştî 15 deqîqan hat diyarkirin ku ev wasayîta bombebarkirî ye. Em bi tirs û panîk ji taxê derketin çûn taxek din. Me bela û afetekê mezin derbas kir. Heke bombe bitaqiya dê taxa me serûbin bûbûya.”

 “Em vê çalakiya deremirovî ya ku dê bihatiba lidarxistin şermezar dikin”

Ji nişteciyan Mehmet Tekîn diyar kir ev çalakiya ku dê bihatiba lidarxistin deremirovî ye. Dûvre Tekîn axavtina xwe wiha domand: “Ev rêxistina ku çavsorî bûye bi tonan bombe li wesayîtan bar dike û di nav gel de diteqîne û di gel vê yekê dibêje ez mafên gel diparêzim. Ev rêxistin mal, can û ewlehiya gel bi tu tiştekî nehesibîne û di nabeyna taxan de teqemeniyên ku heke biteqin dê tax û mintiqeyan serûbin bike diteqîne. Ev çalakiyên deremirovî ne. Ew hewl didin ku derekê wekê navçeya Yeşîlliya ku tu wext aqlê selîmê ya xwe ji dest nedaye qaos û çalakiyan lidar bixin. Ev çalakî encama polîtîqayên berfirehkiriana qadên pevçûnan e. şer kişandin nav bajar û navçeyan. Ev yek bes gel mexdûr kir. Ev şer bûye sedema mirin û mexdûrbûna gel û bê ewlehiyê. Gelê me qethiyên ve hişmendî û çalakiyê qebûl nake. Em mexdûriyetên gelê navçeyên Sûr, Cizîr, Nisêbîn û derên wek van dibînin. Hewl dan ku çalakiyekê wiha li navçeya Yeşîlliyê lidar bixin. Em vê çalakiya deremirovî ya ku dê bihatiba lidarxistin şermezar dikin.”

 “Em bi tirs revîn derve”

Ji nişteciyan Umran diyar kir ku heta niha li navçeya Yeşîlliyê çalakiyekê wiha pêk nehatiye. Dûvre wiha pê de çû: “Beriya her tiştê Xwedê Teala silametî bide gelê me. Nîvê şevê em bi şiklekî diltirs revîn derve. Hat diyarkirin ku heke ew teqemenî biteqiyaya dê heta 500 metreyan zirarê bidabûya hawîrdor. Ev rêxistin dê illa rojekê were bê bandordarkirin.”

 “Ew dê negihêjin armanca xwe”

Osman Barman belav kir ku dê tu wext rêxistinên wiha negihêjin armanca xwe. Dûvre Barman axavtina xwe wiha domand: “Me trevmayekê derbas kir. Li navçeya me ya Yeşîlliyê heta niha tiştekê wiha nehatibû dîtin. Me bihîst wesayîta ku ji 3 ton teqemeniyê li piştî mala me hêştine. Ji me re gotin taxê vala bikin. Ew dê negihêjin armanca xwe.”

Jinên navçeyê jî destnîşan kirin ku gelek tirsiyane. Ji ber vê yekê dema ku bihîstine tiştekê wiha heye dergûşên xwe hilanîn e û çûne cem xizmên xwe. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye