Gelek Aktîvîst Li Ber Êrîşên Teyarên Emrîka Dimeşin

Aktîvîstên ji bo aşîtiyê diyar kirin ku êrîşên teyarên Emrîka, eşkere îhlalkirina qanûna navnetewî û heqên însana ye.

Xeberan diyar kir ku di nav wan de gelek Emrîkî jî hene, hejmareke mezin a aktîvîstên aşîtîxwaz, ji bo ku êrîşên teyarên Emrîka yên bê însan protesto bikin, hewla meşê dikin. Hat îfade kirin ku wê meşa wan ji paytext Îslamabadê dest pê bike û heta herêma qebileyan başûrê Wezîrîstanê  dewam bike. Wekî tê zanîn teyarên bê însan yên Emrîka li eyaleta Wezîrîstanê gelek êrîşan rast dikin û pirrê qurbanan  jî sivîl in.

Aktîvîstên ji bo aşîtiyê diyar kirin ku êrîşên teyarên Emrîka, eşkere îhlalkirina qanûna navnetewî û heqên însana ye. Tê îfade kirin ku bi deh hezaran Pakîstanî di van êrîşan de hatine kuştin.

‘Eşîrên Pakîstanî yên li vê herêmê dibin hedefên Emrîka. Waşîngton îddîa dike ku amanca wan mîlîtan in, feqet bi pirranî jin û zarok sivîlan dikuje. Wekî tê zanîn digel gazî û xwestina îdara Pakîstanê ku Emrîka êrîşên xwe yên bi teyarên bê însan bisekinîne jî, Emrîka guhnade daxwazên Îslamabadê. Van êrîşên Emrîka ji dewra Corc Bûş heta vê dema Obama tu car qut nebûne. Gelek îdarevan û milletê Pakîstanê îfade dikin ku van êrîşên Emrîka, mudaxela serweriya dewleta Pakîstanê ye. (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin