Gelek kes beşdarê “Îmtîhana Mealê ya Nifşên Qur’anê bûn

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji teref Platforma Nifşên Qur’anê li gelemperê Tirkiyê bi navê ‘Îmtîhana Mealê ya Nifşên Qur’anê’ bo coş û kelecan hat lidarxistin.

Ji teref Platforma Nifşên Qur’anê li gelemperê Tirkiyê bi navê ‘Îmtîhana Mealê ya Nifşên Qur’anê’ bo coş û kelecan hat lidarxistin. Bi10 hezaran zêdetir kes beşdarê îmtîhanê bûn.

Sekreterê Giştî yê Platforma Nifşên Qur’anê Salîh Guzel derbarê mijarê de daxuyanî da. Guzel diyar ku îmtîhan li gelemperê Tirkiyê îmtîhan di 46 bajêr û ji sedan navçe û gundan de pêk hat. Dûver Guzel wiha diyar kir: “Îmtîhana me di 2 qategoriyan de pêk hat. Di qategoriya yekemîn de 60 pirs ya 2 yemîn de jî 80 pirs hat amadekirin. Şmtîhan 90 deqîqe ajot. Gelek kes beşdarê îmtîjhanê bûn.”

Guzel diyar kir ku îmtîhanê ji Êlihê koordîne kirine. Dûvre Guzel wiha pê de çû: “Îmtîhana ku li gelemperê Tirkiyê hat lidarxistin di saet 10.30an de dest pê kir û di 12.00an de qediya. Em bi hemî herêman re wek koordîne di têkiliyê de ne. Heta niha di derbarê îmtîhanê de rewşekî neyînî tune. Tablo me kêfxweş dike. Nifşa nû ya ku mezin dibe Qur’anê nas dike.”

Guzel ji kesên ku keda wê di îmtîhanê de heye re teşekûr kir. Dûvre wiha li axavtina xwe anî: “Wek Navenda Giştî ya Platforma Nifşa Qur’anê em ji hemî birayên xwe re teşekûr dikin. Her wiha Xweda ji birayên me yên ku ji bo îmtîhanê ji Edîrnê heta Îdirê xebitîne razî bibe. Ev tablo bi xwe çênabe. Di pêkhatina vî tabloyê de keda dildarên me zêde ye. Rastî ji xwe mîmarê eslî ew in. Bi wesîla vê yekê re em ji dildarên xwe yên ji Îdirê heta Edîrneyê re teşekûr dikin.” (ÎLKHA)


 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye