Serekdewletê Rûsyayê Vîladimîr Pûtîn, ji bo konseya hevkariya bilind ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, hate Tirkiyê. Li Stenbolê, gelek saziyên sivîl, bi meşekê hatina Pûtîn protesto kirin.
Meş û protesto ji teref komelên Ozgur-Der û Îmkan-Derê ve hat li dar xistin. Cemiyeta Mustezefan û platforma Marmarayê ya heq û azadiyên însanî MÎNHAPê jî, destek da protestoyê. Meşa protestoyê, ji ber lîseya Galatasaraya Beyoğluyê dest pê kir, hetanî ber sefaretxana Rûsyayê dewam kir. Gelek Çeçen û Çerkez jî tevlî protestoyê bûn. Protestovanan di panqarta xwe de wiha xitabî Pûtîn kirin: “Qatil Rûsya, Ji Sûriye biteqiz! Hamiyê Esed, qatilê Qafqas! Ey Rûsya! Em Çeçen in, Çerkez in, Dağistanî ne. Em li ber te nakevin ser çokan. Ji te re teslîm nabin. Eger em bên kuştin, binax bibbin jî, em ne ji te, em encax ji Rebbê xwe ditirsin. Qatîl Pûtîn! Tu bi çi rûyî hat? Her bijî Qafqasyaya Îslamî û serbixwe!”
Meşvan bi sloganan meşiyan. Protestovan li ber konsolxana Rûsyayê sekinîn. Li wir serekê komela Ozgur-Derê Ridvan Kaya, Serekê komela Îmkan-Derê Murat Ozer û ji hereketa Mustezefan nivîskar Seîd Şahîn, xeber dan. Di xeberdanên xwe de, zulmên Rûsyayê, mezlûmiyeta Çeçena anîn ziman. Dost û destekvanên Rûsyayê şermezar kirin.
Di xeberdana de hat diyar kirin ku zafer û serkeftin, a mezlûma ye, a berxwedana Îslamê ye. www.bangaheq.net