“Gelek welatên endamê YEyê li dijî guhertina pergala Tirkiyê ne”

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag diyar kir ku betalkirina civînên li Almanyayê helwestekî faşîst e û wiha ragihand: “Tişta ku ez dibînim gelek welatên endamê Civîna YE û Ewrûpayê ne li dijî guhertina pergala Tirkiyê ne.”

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag li Yozgatê beriya bernameyên ku dê beşdar bibe ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da. Bozdag helwesta Almanyayê wek helwesteke faşîstî nirxand.

Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag diyar kir ku betalkirina civînên li Almanyayê helwestekî faşîst e û wiha ragihand: “Tişta ku ez dibînim gelek welatên endamê Civîna YE û Ewrûpayê ne li dijî guhertina pergala Tirkiyê ne û vê yekê jî eşkere diyar dikin.”

Bozdag diyar kir ku gor wî ev biryarên ku Almanya daye têkiliya wê bi heyama ku Tirkiye têdeye re heye. Dûvre Bozdag wiha destnîşan kir: “Dê Tirkiye di 16ê Nîsanê de reformekî makeqanûnî ya mezin lidar bixe. Dê ji bo guhertina pergala hikûmetê ray bide. Tişta ku ez dibînim gelek welatên endamê Civîna YE û Ewrûpayê ne li dijî guhertina pergala Tirkiyê ne û vê yekê jî eşkere diyar dikin.” (ÎLKHA) 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe