Gelo Demokrasî Çi Ye?

Rojnameya Doğruhaberê cezayên ku li wezîfedarên saziyên sivîl û îdarevanên partiya siyasî hatine birîn kire manşet.

Rojnameya Doğruhaberê cezayên ku li wezîfedarên saziyên sivîl û îdarevanên partiya siyasî hatine birîn kire manşet. Neheqiya van cezayan jî wiha nîşan da:

Nav: Seyfulîslam Înan
Sûc:Bavê wî Hecî Înan ji hepsê tehliye bû. Di berdanê de pêşwaziya bavê xwe kir.
Ceza: 6 sal û 3 meh

Qezetê wiha îfade kir. Ev cezakirin ji çîrokê nehatiye stendin. Di vê dewra ku behsa pêş demokrasî tê kirin, nutqên serdestiya hiqûqê tên avêtin de hatiye dayîn.

Mehkema cezaya giran ya 14an ya Stenbolê di doza saziyên sivîl û îslamî de li 13 kesên ku tu sûcê wan tunebû 113 sal cezaya hepsê birî. Seyfulîslam Înan li ber vê sûc û sûcdariyê wiha xeber da “kena dîn û bihêşa jî bi vê cezakirinê tê. Em 11 sal diçûn ziyareta bavê min. Niha ji me re tiştên wiha komîk dikin behane. Berî niha hinek kes bi navê polîsan dihatin teklîfa mûxbîrtiyê dikirin. Min qebûl nekir, min tehdît kirin û çûn.”

BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar