Gelo emnîyet dizanibû ku êrîş ê pêk were?

Hat hînbûn ku piştî teqîna mîtînga HDPê ya li Diyarbekirê polîs ji Platforma Evîndarên Pêxember, HUDA PAR û wekî din ji gelek sazîyên civakî re di derbarê îxtîmala êrîşan de teblîxat daye.

Hat hînbûn ku piştî teqîna mîtînga  HDPê ya 5 hezîranê ya li Diyarbekirê, Midurîtîya Emnîyeta Diyarbekirê ji Platforma Evîndarên Pêxember,HUDA PAR û wekî din ji  gelek sazîyên civakî re di derbarê îxtîmala êrîşan de  teblîxat daye îmza kirin da ku heke tiştek bibe xeberekê bidin polîsan.

Di agahdarmeya ku ji teref polîsan ve hatîye dayîn de wiha tê gotin: “ Îxtîmal heye ku êrîş li we were kirin. Ji ber vê yekê bila haya we ji vî tiştî hebe. Dema ku êrîş li we hat kirin xeberê bidin me, ango polîs(155  û 0505 318 21 69) ji êrîşê haydar bikin…”

Digel agahîya îxtîmala êrîşê û teblîxata ku hatîye kirin qetilkirina endamekî Platforma Evîndarên Pêxember xemsariya polîsan dide ber çavan.

Her wiha digel teblîxatên ku hatinê kirin û qetilkirina Aytaç Baran û her wiha bêtedbîrîya polîsan girikîya mijarê nîşan dide. (İLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar