Gengeşiya Herêma Kurdistanê î Îdara Malikî Zêde Dibe

Gengeşiya di navbera hêzên îdara Malîkî û grûbên herêma Kurdistanê de, ber bi zêdeyê ve dewam dike.

 Gengeşiya di navbera hêzên îdara Malîkî û grûbên herêma Kurdistanê de, ber bi zêdeyê ve dewam dike. Piştî pevçûnên di navbera hêzên peşmerge û eskerên îdara Malikî de, serekê herêmê Mesûd Barzanî diyar kir ku, herêma Kurdistanê ji bo parastina xwe ji her rewşî re amade ye.

Mesûd Barzanî di beyanata xwe ya Erebî de wiha îfade kir “Herêma Kurdistanê, ji bo parastina welat û xelkê xwe, amade ye ku cewabê bide her rewşa ku wê hebûna herêmê tehdît bike.”

Wekî tê zanîn li ser aîdiyeta hinek bajarên ku di navbera wan dene, niqaş û alozî hene. Hêla İraqê ji bo meşandina operasyonên li herêma niqaşî, merkezeke nû ya îdarekirina hêzên ewlehiyê ava kiribû. Li ser vê tevgerê gengeşiya di navbera wan de zêde bûbû. Roja îna borî, li Dûzxormatoyê şer qewimîbû. Sivîlekî bajêr hatibû kuştin.

Nexasim meselên aîdiyeta hinek bajaran, xweserî û petrola herêma Kurdistanê, sebebên niqaş û gengeşiya di navbera wan de ne. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be
Ew ê li çar alîyê Tirkîyeyê baran bibare