“Ger em di vê bereketê de rojiyê negrin naxwe emnankor in”

Welatiyên kuhewil didin qala temamê xweşikayiyên meha Remezana ku siltana yandezh mehan ebikin ji ÎLKHAyê re qala Remezanên berê û yên îro kirin û gotin ‘Ger em di vê bereketê de rojiyê negrin naxwe emnankor in.’

Welatiyên ku li Kolana Cumhuriyeta Qosera Mêrdînê di Remezanê de wextê xwe diborînin  di derheqê Meha Remezanê de hest û ramanên xwe ji ÎLKHAyê re vegotin. Welatiyên ku hest û ramanên xwe anîn zimên diyar kirin di wexteke wisa bi bereket de negirtina rojiyê nankorî ye.

“Ger em di vê bereketê de rojî negirin naxwe em nankor in”

Hecî Emîn Îzolê ku Remezanên  berê û yên îro muqayese kir wiha axivî: “ Maşallah, hewa pir hênik  û xweş e. Ger însan ne nexweş bin û mişkîleyeke wan tune be ew ê karibin bi rihetî rojiyên xwe bigrin. Berê tu tişt tunebû, nan û xwarin tunebû. Gelek kêm bû. Lê niha her tişt gelek zêde ye. Dema ku dibe êvar di fitarê de 10 çeşît xwarin tê ber me. Ev nimeteke Xweda ye. Ger em  rojiyê negrin naxwe em nankor in.”

Îzol di berdewama axavtina xwe de  di derheqê rojiyê de tewsiyeninan kir û wiha got: “Mitleqe rabin paşîvê, pir feydeya wê heye.Dema ku bû êvar hûn e fitara xwe bikin. Lê divê di fitarê de zêde neyê xwarin. Hêdî hêdî bixwin. Piştî fitarê wextê nimêjê ye û nimêj ji bo serifandina xwarinê gelek baş e.”

 “Ji şeveqê heta êvarî me him dişuxilî  him jî me rojî digirt”

Welatiyê bi navê Huseyîn Gumuş jî di derbarê mijarê de diyar kir  temamê îbadetan bi niyetê ve girêdayî ne  û piştî ku niyet xalis be re  Xweda dibe alîkar. Gumuş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger niyeta me xalis û bi qewet be, dê Xweda ji me re bibe alîkar. Lê ger niyeta me xirab be  dixwaze em him li ser sifrê bin û him jî em li ber nehrê bin dîsa jî em him birçîne û him jî em tîne. Min berê ji şeveqê heta êvarî di nav erd de dixebitîm û min dîwarên xelkê lê dikir û min dîsa jî rojî digirt. Lewra niyeta me bi qewet bû. Ez niha li xwartên vê demê dinêrim xwarina wan biskuvî ye.  Xwarineke baş naxwin û zû ji hal dikevin. Ez ji çavên we hemiyan maç dikim. Remezana we tevan mibarek be. Xweda hidayetê bike nesîbê me tevan.”

Kesên bi navê Lokman Bugurcu, Necat Kanik û Hecî Selahaddîn Ozer  jî di derbarê Meha Remezanê de diyar kirin  ‘Em kêfxweşiya gihaştina meha Remezanê dijîn, em ji qas şikir bikin jî kêm û hindik e. Kesekî ku uzra wî/ê tunebe divê muheqeqe rojî bigre.(ÎLKHA)




























 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe