Ger hinek kes bixwazin Îranê tevlîhev bikin dê negihijin armanca xwe

Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin derbarê xwepêşanên li Îranê de diyar kir “Ger hinek kes bixwazin Îranê tevlîhev bikin dê negihijin armanca xwe.”

Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin di civîna ku li Beştepê li dar xist de  derbarê rojevê de daxuyanî da. Kalin di civîna çapemenîyê de derbarê xwepêşanên li Îranê de diyar kir “Hizûr, aştî û îstîqrara Îranê bi Tirkîyê gelekî muhîm e. Ger hinek kes bixwazin Îranê tevlîhev bikin dê negihijin armanca xwe.”

Kalin di berdewama axavtişna xwe de diyar kir doh Serokomar Erdogan bi Serokomarê Îranê re hevdîtin kiriye û dû re wiha got: “Weke ku Rûhanî jî got mafê xelkê heye ku xwepêşanan tertîp bike.Lê belê qebûlkirina çalakîyên ku digihijin asta hovîtîyê ne mimkûn e. Ger hinek kes bixwazin Îranê tevlîhev dikin dê negihijin armanca xwe.”

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin